Nexweşî dûr nebû
Êşa evînîya pîrek xwelî ser
Deng dida me
Gava hildikşîya roj
Rihê me pêva diçû
Kesek nikare
Xwe bide ber vî bagerê
Bager bagera jîyana meye
Kuşte kuşta cağreyê hestûyên bavê min
Daristana diqeland
Ger ku şabûna min
Ji eysanê xwedê rebî ye
Şîva me tevê kûçikan û sane
Qeta nanê sêlê
Qehra xwe hildide,
Ser zimanen me,
Ête, êwî
Li kolan dengê hevalşîvan dikşe guhê melan
Rêya dûrve tê dengê fîzara pîrê serhedê
Min mala wan bela dikira
Ewan mejîyan dihelanda
Wênekî hîvê bi asîmana meva zeliqî
Rengê zîva spîda
Ji bo me bêwelatîya re
Şîn danîye
Di roja nemirda dayîkên ku li ber
benda mirêna ku ji destê lawikê têye
Yeka ku li hêvîya me nîne
Dixwezin bijîn ...